Giwêlan: Penaberên Rojava xaniyan ji xwe re çêdikin

Berpirsên Kampa Giwêlanê diyar dikin ku, şûna ji sedî 96ê konan bûne xanî
kurdistan24.net

K24- Gewêlan

Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Kempa Giwêlanê xaniyan ji xwe re lê dikin.

Kampa Giwêlan ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, taybet bi penaberên Rojavayê Kurdistanê ye.

Penaberên ku li Giwêlanê dimînin, ji ber ku xwe ji sermayê biparêzin, herwiha xwe ji tirsa şewitandina konan dûrbixin, xaniyan bi alîkariya aliyên pêwendîdar û rêxistinên xêrxwazî ji xwe re lê dikin.

Li gor berpirsên kampa Giwêlanê ji K24 re diyar kirine, li şûna ji sedî 96ê konan xanî hatine lê kirin.

Rêveberê Kampa Giwêlanê diyar kir jî ku, ew berdewam hewl didin ku rewşa jiyana penaberan xweş bikin, ji bo ku berê xwe nedin welatên rojava.