Ubeydî: Hebûna leşkerên Tirk li Iraqê dagîrkerî ye

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî, ragihand ku operasyona rizgarkirina Rûmadî ji destê DAIŞê bi keda hêzên ewlekariyê yên Iraqê bûye.

K24 – Bexda

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî, ragihand ku operasyona rizgarkirina Rûmadî ji destê DAIŞê bi keda hêzên ewlekariyê yên Iraqê bûye.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî, da zanîn ku Hevpeymaniya Navdewletî ji esman ve hevkariya hêzên wan kiriye û bandora vê hevkariya han jî gelekî hebûye.

Ubeydî diyar ku ku bi yekbûna van hemû faktoran serkeftin bidest xistine û derbarê leşkerên Tirkiyê yên li derdora Mûsilê de jî careke din got: "Hebûna leşkerên Tirk di nav axa Iraqê de qet nayê qebûl kirin."

Ubeydî tekez kir ku hebûna leşkerên Tirk li welatê wî binpêkirina serweriya Iraqê ye û wiha axifî: "Di heman demê de dagîrkerî ye û ne li gor prensîbên navdewletî û peywendiyên welatên cîran ên ligel hev e jî."