2015ê zêdeyî mîlyonek penaber gehiştine Elmanya

Hat ragihandin ku hejmara penaberên par xwe gihandine Elmanyayê 1,1 mîlyon e. Tê gotin ku rojane 3 hezar penaber ji eyaleta Bavyerayê dikevin nav Elmanyayê.

K24 – Berlîn

Hat ragihandin ku hejmara penaberên par xwe gihandine Elmanyayê 1,1 mîlyon e. Tê gotin ku rojane 3 hezar penaber ji eyaleta Bavyerayê dikevin nav Elmanyayê.

Li gor rojnameya Saechsîche Zeîtûng, di sala 2015an de 1 mîlyon û 90 hezar û 894 penaber derbasî Elmanyayê bûne. Tê gotin ku piraniya penaberan di ser eyaleta Bavyera ya li ser sînorê Awûstûryayê derbasî Elmanyayê bûne. Li gorî agahiyan di meha Kanûnê de 127 hezar, di meha Mijdarê de jî 206 hezar penaber derbas bûne.

Li gor daneyên sîstema parvekirina penaberan a di navbera eyaletan bi navê EASY de, hejmarên çend roj berê yên ku Hikûmeta Eyaleta Bavyera eşkere kiriye, peywendiya wê bi kesên derbasî nava welêt bûne heye, lê di nav vê sîstemê de cîh nagire, loma agahî nayê dayîn.

Wezareta Navxwe ya Federal jî li ser hejmara penaberên di sîstema bi navê EASY de hatine qeydkirin tu daxuyanî neda. Tê çaverêkirin ku Rêveberiya Penaberan û Koçê ya Federal (BAMF) ser bi Wezareta Navxwe di hundirê hefteyê de li ser hejmara serlêdanên penaberiyê daxuyaniyekê bide.

Li gor daneyên BAMFê heta meha Mijdarê hejmara penaberên serlêdan kirine, 425 hezar bûn. Tevî şert û mercên giran ên zivistanê jî tê gotin ku ji sînorê Awûstûryayê pêla penaberan a ber bi Elmanyayê berdewam e.