Şer û pevçûn ciwaniya Sûrê jî têk didin

Paşmayên Çanda Cîhanê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber pevçûnan têk diçin. Sûrên Diyarbekirê ku zivistanan kirasê spî li xwe dikir, niha di nav dûmana reş de ye.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Paşmayên Çanda Cîhanê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber pevçûnan têk diçin. Sûrên Diyarbekirê ku zivistanan kirasê spî li xwe dikir, niha di nav dûmana reş de ye.

Dema tu rojhilatê Çemê Dîcleyê binêrî, Diyarbekir wiha ye. Zivistanên berê, bi dûmanê sobe û tenûran li asîmanê Diyarbekirê sîbanek çê dibû. Lê niha dûmana top û bombeyan asîmanê Diyarbekirê tarî kiriye.

Beriya 4 salan, bi xebata saziyên sivîl û rêveberiyên herêmî, Sûrên Diyarbekirê di lîsta Pêmayîyên Çanda Cîhanî ya UNESCO'yê de cih girt û biryara parastina wan hatibû wergirtin.

Derdora Sûrê bexçe ne. Heta qeraxa çemê Dîcleyê dirêj dibin. Jê re dibêjin Bexçeyên Hewselê. Li başûrê rojhilatê jî Pira Dehçavî li ser çemê Dîcleyê heye ku Diyarbekirê bi Mêrdîn û Botanê ve girê dide.

Piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana sala borî, pevçûnan dest pê kir û paşmayên navçeya Sûrê gelek zerar dîtin. 2 pîyên Mînareya Çarling ji pevçûnan derbe xwaribûn. Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî bi armanca şermezarkirinê li wê derê daxuyanî da û li ber lingên wê hat kuştin.

Beriya çend rojan jî Mizgefta Qerqeşûnî di nav pevçûnan de mabû û hatibû şewitandin. Ji bilî kevnarîya mizgeftê, darên mizgefta stara çivîkan, bexçeyê wê jî warê leyistika zarokan bû. Li Sûrê qedexe û pevçûn berdewam in. Kes nikare bêje dê kengî bi dawî were da ku ewrên reş û tarî li asîmanê Diyarbekirê biçin.