Tirkiye ji aloziya navbera Îran û Siûdiyê nîgeran e

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê êrîşên li dijî dîplomatên Erebîstana Siûdiyê yên li Îranê nerazîbûna xwe nîşan da.

K24 - Enqere

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê êrîşên li dijî dîplomatên Erebîstana Siûdiyê yên li Îranê nerazîbûna xwe nîşan da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Em ji ber êrîşên li dijî dîplomat û mîsyonerên Erebîstana Siûdiyê yên li Îranê bi fikar in.

Li gorî Peymana Viyana ya derbarê têkiliyên Dîplomatîk û Konsolgeriyê de, ew avahiyên karên dîplomatîk û konsolgeriyê bi destlênedaneke xurt tên parastin, dewletên ku ev Peyman qebûlkirine mecbûr in ewlehiya mîsyoneran biparêz in. Ji ber vê yekê êrîşên li Tehran û Meşhedê yên li dijî mîsyonerên Erebîstan Siûdiyê nayên qebûlkirin. Tirkiye naxwaze aloziya di navbera her du dewletan de bandoreke nebaş li ser ewlehî, aramî û aştiya herêmê bike û bo vê yekê bangî her du aliyan dike ku dest ji geflihevduxwarinê berdin, vegerin rêyên dîplomatîk û bi hêrsbûyî tevneger in."