Encûmena Kendavê derbarê Îranê de dicive
K24- Navenda Nûçeyan
Encûmena Hevkariya Kendavê dê destpêka heftiya bê civîneke awarte derbarê aloziya di navbera Erebistana Siûdiyê û Îranê de lidar bixe.
Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê, Ebdullefît el-Zeyanî di daxuyaniyeke nivîskî de îro ragihand ku, dê roja Şemiya bê, civîneke awarte derbarê êrîşên li ser balyozxane û konsulxaneya Siûdiyê li Îranî de pêk bîne.
Piştî darvekirina kesayetiya Şîe, Nimir Baqir Nimir ji aliyê Erebistana Siûdiyê ve, li Îranê êrîş kirine ser balyozxane û konsulxaneya Sidûiyê.
Erebistana Sidûiyê jî wek karvedanekê daxwaz ji balyozê Îranê kir ku, di heyama 48 seatan de ji axa Siûdiyê derkeve.
Her yek ji Behrên û Sûdanê jî, balyozên Îranê ji erda xwe derkirin.
Îmarata Erebî jî balyozê xwe ji Îranê vekişand, Kuwêtê jî balyozê xwe ji wî welatî vekişand.