DAIŞê ji sedî 60 ji “dewleta” xwe ji dest da

Hevpeymaniya Navdewletî diyar dike ku, di sala 2015an de DAIŞê ji sedî 60 ji axa di bin kontrola xwe de ji dest daye.

K24- Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir ku, di sala 2015an de, ji sedî 60 ji navçeyên di bin kontrola DAIŞê de hatiye derxistin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî îro da zanîn ku, DAIŞê ji sedî 40 ji axa di bin destê xwe de li Iraqê û ji sedî 20 li Sûriyê, ji dest xistiye.

Di sala 2014an de, DAIŞê karî çend bajarên mezin ên Iraqê û Başûrê Kurdistanê, kontrol bike.

Lê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, karî çekdarên DAIŞê ji tevaya axa Başûrê Kurdistanê derbixin, herwiha hêzên Iraqî karîn çend bajarên mezin wek Tirkît û Rumadî ji dest wê rêxistinê derbixin.

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, şervanên Kurd û Ereb xtekoşîneke mezin li dijî DAIŞê birêve dibin.

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Iraqê piştgiriyeke mezin didin hêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin.