Li Tirkiyê dolar ji 3 lîreyan derbas kir

K24-Enqera
Dolar li hemberî lîreya Tirkî roj bi roj xwedî nirx dibe. Îro 1 dolar li pîyasayên Tirkiyê ji 3 lîreyan derbas kir û bû 3.025 lîre.
Li gor pisporên aboriyê pirsgirêkên di navbera Îran û Arabîstana Suudiyê li ser aboriya cîhanî bandoreka neyînî dike. Herwiha şer û pevçûnên demên dawî yên li bakûrê Kurdistanê karsazan ditirsîne. Ev yek jî rê li ber pêşveçûna aboriya Tirkiyê digre.
Di sala 2005an de 6 sifir ji lîreyê Tirkî hatibûn avêtin. Herî dawî jî di sala 2005 an de nirxê Dolarek li hemberî pereya tirkî 1.17 lîre bû . Ev yek jî bûbû sedema nîqaşa gelo 1 dolar dê kêngê bibe 1 lîre.