Diyarbekir: Çilrojiya koça Tahîr Elçî

BAROya Diyarbekirê, bi mebesta 40emîn roja kuştina Serokê BAROyê Tahîr Elçî mewlûdekî da xwendin û ew bibîr anî.

K24 – Diyarbekir  

BAROya Diyarbekirê, bi mebesta 40emîn roja kuştina Serokê BAROyê Tahîr Elçî mewlûdekî da xwendin û ew bibîr anî.

Mewlûd bi beşdariya, hûqûqnas, akademisyen, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan hat lidarxistin. Beşdaran bal kişandin ku ev 40 roj in, kujerên Elçî nehatine diyar kirin û danzanîn ku ger dewlet bixwesta dikaribû di 40 xulekan de kujerî wî piştras bike.

"Min ji mezinên we yên salên 1990î re serî dananiyê, ez ji we jî natirsim" ev gotina Tahîr Elçî bû ku wek bersiva gefxwarinan dabû. Elçî yek ji wan parêzeraye ku herî zêde Tirkiyê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê AHÎMê mekûm kiriye. Zêdetirên wan dozan jî, dozên kes an jî grûbên ku bi destên hêzên tarî hatibûn kuştî bûn.

Di mewlûda Elçî de, Rêvebirê Komeleya Mafên Mirovan û Mazlûman Mazlûm-derê yê Diyarekirê Selahattîn Çoban diyar kir ku dewlet bi veşartina kujerê Tahîr Elçî dixwaze hemû çalakvanan biçewsîne û çavtirsî bike.

Çoban got jî: “Beşdarên mewlûdê diyar kirin ku ciyê Tahîr Elçî di 40 rojê dawî de hêj baştin xuya bûye û wî navên xwe di têkojîna mafên gel û welatê xwe de bi rengên zêrîn nivîsandiye.

Serokê Şeradariya Diyarbekirê Firat Anli jî dazanîn ku ger dewlet kujerên Elçî dernexe dê tawana kuştina wî li ser dewletê biimîne.

Serokê BAROya Diyabekirê Tahîr Elçî di 28ê Kanûnê de, ji bo bang bike kul i ciyên avahiyên dîrokê şer û pevçûn neyên kirin, li ber Minareya 4 linga dîrokî ya Diyaberkirê hatibû kuştin.