"Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçe"

Weysî da zanîn ku serxwebûn mafeke rewaye yê gelê Kurd û pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî kar jêre bikin

Damezrêner û Rêveberê Giştî yê Kurdistan24 ragehand, ji bilî dabeşkirinê ti rêkên din li pêşiya Iraqê nemane, Kurdistan jî ber bi serxwebûnê ve diçe.

Damezrêner û Rêveberê Giştî yê kenala Kurdistan24 Nûridîn Weysî ku niha ew bi serdanekî li bakurê Amerîkayê ye, di çarçoveya beşdarîkirina xwe di bernameya Televzyonî de ya bi navê "Foxnews"  wiha got: Iraq niha ne weleteke yekgirtî ye û ji bilî bijardeya dabeşkirinê, ti rêk li pêşya wê nemaye, herwiha Kurdistan jî pêngavan ber bi  rêfrandomê re tavêje.

Ji alyeke din ve û li di dema  beşdariya wî di programa "Defcon3" ku ji aliyê Şirovekara Asayîşa  Neteweyî ya kenalê û Şêwermenda her yek, ji Serokê berê yê Amerîkayê, Roland Reagan û Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Henry Kissinger  Kathleen Troia McFarland dihat pêşkêş kirin, Nûrdîn Weyîsî da zanîn, ku Iraq bi tena serê xwe nikarê bajarê Mûsilê rizgar bike.

Derbarê beşdarîkirina Pêşmergeyên Kurdistanê, di proseya rizgarkirina bajarê Mûsilê de, Rêveberê Giştî yê Kurdistan24 wiha axfiî: "Tevî ku hinek berpirsên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyên xwe de tekez dikin ku Pêşmerge dê alîkariya Artêşa Iraqê di rizgarkirina Mûsilê de bike, lê Iraq dijayetiya pêşmerge dike û ne amade ye jî çekên pêwîst bo wan bişîne."

Di hevpeyvînekê din de, li gel "Dengê Amerîkayê" beşê Kurdî,  derbarê serxwebûna Kurdistanê Rêveberê Giştî yê Kurdistan24 diyar kir ku Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçe, welatiyên Herêma Kurdistanê jî gendeliyê nakin hiçet ku ew li dijî rêfrandomê derkevin, ji ber ku eger kirin hiçet pêwîste serxwebûna gelek welatan bi ser nekeve.

Weysî da zanîn ku serxwebûn mafeke rewaye yê gelê Kurd û pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî kar jêre bikin.