“Herêma Kurdistanê nabe beşek ji milmilaneya Sûdiyê û Îranê”

Hewlesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de tê, gelek welatên Ereb piştgirya Erebistana Siûdiyê kirin û pêwendiyên xwe bi Iranê re qût kirin.
kurdistan24.net

 

K24-Hewlêr

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê helwesta Herêma Kurdistanî derbarê têkçûna pêwendiyên di navbera Iran û Erebistana Siûdiyê de ragehand,  ku Hermêa Kurdistanê nabe beşek ji kêşeyên di navbera her du welatan de.

Derbarê mijarê de Berpirsê Pêwendiyê Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, di daxuyaniyekê ji K24ê re wiha got: "Em bi ti awayî nabin beşek ji wan kêşe û aloziyên di navbera Iran û Erebistana Siûdiyê de, gelek pirsgirêk li navçeyê hene û pêwîste bi rêya danûstandinan ew kêşe werin çareserkirin."

Mistefa hêvî kir ku, Civaka Navdewletî bikare bi erkê xwe rabe û rêgê li ber zîdebûna wan pirsgirêkan bigre û bi zûtriîn dem jî çaresebike.

Hewlesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de tê, gelek welatên Ereb piştgirya Erebistana Siûdiyê kirin û pêwendiyên xwe bi Iranê re qût kirin.