ENKS: Ti nîşan bi Kurd di kongreya Riyadê de nehat kirin

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Qamişlo civînek lidar xist û tê de li li ser rewşa siyasî, amadebûna me di kongreya Riyadê û jib o amadebûna me di kongreya Cinêv 3 de hate rawestandin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Qamişlo civînek lidar xist û tê de li li ser rewşa siyasî, amadebûna me di kongreya Riyadê û jib o amadebûna me di kongreya Cinêv 3 de hate rawestandin.

Serokê ENKSê di konfiranseke rojnamevanî de îro li Qamişlo ragehand ku, di civînê de endamên ENKSê li ser mayîna Serokê wê di posta xwe de erê kirin.

Herwiha Biro ragehand ku, “Civîn bi ferehî li ser rewşa siyasî, amadebûna me di kongreya Riyadê û jib o amadebûna me di kongreya Cinêv 3 de hate rawestandin.”

Biro derbarê kongreya Riyadê de ragehand ku, “Hinek kêmasî di kongreya Riyadê de hebûn, li ser hejmara beşdarbûna nûnerên Kurd di wê kongreyê de, herwiha di daxuyaniya dawiyê yê Kongreya Riyadê ti nîşan ji Kurd re tê de tune bû.”