Îran: Siudiyê “enqest” balyozxaneya me armanc kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan
Îran radighîne ku, Erebistana Sidûiyê “bi mebest” balyozxaneya wan li Yemenê armanc kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Hesen Cabir el-Ensarî îro diyar kir ku “Erebistana Siûdiyê enqest balyozxaneya Îranê li Yemenê bombebaran kiriye, ev kar jî binpêkirineke ji hemû rêkeftinên navdewletî yên derbarê parastina nûnertiyên dîplomasî de.”
Herwiha el-Ensarî got: “Hin karmendên balyozxaneyê birîndar bûne, hikûmeta Siûdiyê berpirsyatiya vî karî hildigire. Herwiha mafê parastinê jî ji Îranê heye.”
Erebistana Siûdiyê di 2 Çile de, bi tuhmetên “teror û têkbirina ewlehiya Siudiyê” 47 kes darvekirin, di nav wan de kesyatiya Şîe, Nimir Baqir el-Nimir hebû, vê yekê jî pêwendiyên Tehran û Riyadê têk birin.