Termê 3 penaberên kampa Qoştepe gehandin Rojava

Termê 3 penaberên ku ji encama şewata elektrîkê, li Kampa Qoştepe canê xwe ji dest dabûb, bo zêda wan li Dêrika Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr 

Termê 3 penaberên ku ji encama şewata elektrîkê, li Kampa Qoştepe canê xwe ji dest dabûb, bo zêda wan li Dêrika Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin.

Bi sedema “şewata elektrîkê” duh agir bi 7 konên Kampa Qoştepe ket û malabtek bi temamî ji şewitî û birîndar bûn.

3 ji endamên wê malbatê canê xwe ji dest dabûn, niha jî 3 zarok li nexweşxaneyê di mînin û rewşa wan ne zelal e, pizîşk jî çaveryî başbûn rewşa wan in.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, termê 3 penaberên qurbaniyên wê bûyerê ji Dareşekranê ber bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve hat birêkirin.

ev çendîn care zarok û malbatên penaber yên Rojavayê Kurdistanê rastî pirsgirêkên şewatê tên, ji ber vê metirsyê jî penaber daxwez dikin ku rê bi wan bê dayîn ku li kampên lê dimînin, xaniyan ji xwe re ava bikin, da ku nebin qurbanyên şewat û sermayê.