DAIŞê boriya gazê ya navbera Misir û Urdinê teqand

DAIŞê xeta boriya gazê ya di navbera Misir û Urdinê de li çolistana Sînayê teqend.

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞê xeta boriya gazê ya di navbera Misir û Urdinê de li çolistana Sînayê teqend.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Misrî ragihandin ku şeva borî hinek çekdaran boriya veguhestina gaza Misrê bo Urdinê li çolistana Sînayê teqendine, lê ti ziyanên mirovî nebûne.

Ji aliyekî din ve, şaxa Misrî ya DAIŞê “Wîlayeta Sînayê” ev teqîn li xwe girt û îdîa kir ku ew nahêlin dilopeke gazê bigihe Urdinê.

Piştî rûxandina rêjîma Serokê berê yê Misrê Husnî Mûbarek di 2011an de, xeta Misrê bo Urdin û Îsraîlê çend caran hat teqandin, vê yekê jî hişt ku hikûmeta Misrê veguhestina gaze bo Îsraîlê di sala 2012an de rawestîne.

Meha borî jî piştî rawestandina veguhestina gaza Misrê bo Îsraîlê, dadgeheke navdewletî milyarek û 700 milyon dolar li ser du kargehên Misrî sepand.