Ji sedî 94 ji êrîşên Rûsyayê ne li dijî DAIŞê ne

100 roj di ser destêkirina êrîşên Rûsyayê li Sûriyê derbas dibe, li gor amarên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê jî ku hezar û 730 kuştî encamên wan êrîşan bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

100 roj di ser destêkirina êrîşên Rûsyayê li Sûriyê derbas dibe, li gor amarên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê jî ku hezar û 730 kuştî encamên wan êrîşan bûn.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, di daxuyaniyekê de, ragehand, ku firokeyên Rûsyayê di 100 rojên borî de, 12 hezar êrîş li Sûriyê kirine, ji sedî 94 jî ji wan êrîşan li li deverên sivîl û pêgehên Artêşa Azad encam dane.

Li gor wê daxuyaniyê, ku ji encamên wan êrîşan hezar û 730 kes hatine kuştin, ku di nav wan de 135 zarok in, 115 jin in. Herwiha 29 nexweşxane û navendên bizîşkî û bi dehan dibistan hatine armanckirin.  

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, Rûsyayê berpirsyar li hember van komkujî û binpêkirina yasayên navdewletî dibîne.

Di 30ê Îlonê de Rûsyayê dest bi opoerasyonên xwe yên li Sûriyê kir, ev yeke jî bû cihê nerazîbûna welatên Rojava û Amerîkayê. Lê dîsan jî Rûsya li ser operasyon û êrîşên xwe yên li Sûriyê berdewam dike.