De Mistura ligel rejîma Sûriyê dicive

Nûnerê Navdewletî li Riyadê jî ligel nûnerên opozîsyona Sûriyê civiya bû.

K24- Navenda Nûçeyan

Nûnerê Navdewletî yê Taybet gehişte Şamê û dê ligel rayedarên Sûriyê bicive.

Dema gehiştina xwe, Staffan De Mistura ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê, Eymen Sosan civiya.

Biryar e jî ku De Mistura sibe ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd Muelib bicive.

De Mistura beriya serdana Şamê bike, li Erebistana Siûdiyê ligel nûnerên opozîsyonê civiya bû.

Nûnerê Navdewletî hewl dide ku nêrînin opozîsyon û rejîma Sûriyê jihev nêzîk bike, beriya destpêkirina danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê, ku biryar e di vê mehê de birêve biçe.

Di meha borî de jî, Encûmena Asayişa Navdewletî biryarek derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de pesend kir, dê nexşeriya çareserkirinê jî ji vê mehê de dest pê bike.