“Îran dixwaze Kurdan bê deng bike”

Aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bêdengiya civaka navdewletî derbarê cezayên darvekirinê de li Îranê nîgerandin.

K24- Navenda Nûçeyan

Aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin ku, rejîma Îranê dixwaze bi cezaya darvekirinê “Kurdan bê deng bike.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, Mistefa Mewlûd derbarê darvekirinên Kurdan de gotin: “Darvekirinên siyasî li seranserê dinyayê weke binpêkirina mafên mirovan tên zanîn lê mixabin darvekirinên Kurdan li Îranê weke tiştekî ketûber (ji rêzê) tên dîtin.”

Mistefa Mewlûd da zanîn jî ku “Piştî şoreşa Îranê heta îro bi hezaran siyasetmedar bêyî ku werin darizandin hatin kuştin.”

Navbor got jî ku: “Îran dixwaze hemû dijberên xwe bi taybetî jî Kurdan, bi van darvekirinan bê deng bike. Li temamê dinyayê darvekirinên siyasî weke binpêkirina mafên mirovan tên naskirin, lê mixabin li Îranê darvekirina siyasî weke tiştekî normal tê dîtin.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yên Partiya Komela Kurdistana Îranê, Abdullah Mohtadî derbarê mijarê de wiha axivî: “Gava mirov li raporên Neteweyên Yekbûyî û gelek rêxistinên mafên mirovan dinêre, mirov dibîne ku di meseleya darvekirinê de Îran piştî Çînê di rêza duyem de cih digre.”