Çekdarekî DAIŞê dayika xwe kuşt

Dayika wî daxwaz jê kiribû ku ji nav çekdrên DAIŞê derkeve û ji Reqayê birevin.

K24- Navenda Nûçeyan

Çekdarekî DAIŞê dayika xwe li ber çavê xelkê li Reqaya Sûriyê kuşt.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, jina 40 salî ya bi navê (L. Q) li bajarê Reqayê daxwaz ji kurê xwe kiribû ku dev ji DAIŞê berde û birevin derveyî parêzgehê, lê wî kurî dayîka xwe da girtin.

Li gor agahiyên Rewangeha Sûrî, dayika wî çekdarî jê re gotibû “dê hevpeymaniya navdewletî hemû çekdarên DAIŞê bikuje.”

Piştî ku kurê (L. Q) ew gotin ji dayika xwe bihîstibû, li cem berpirsên rêxistina DAIŞê gilî li dayika xwe kiribû, piştire dayika wî hat girtin.

Duh jî li pêş avahiya postê li Reqayê, wî çekdarê DAIŞê yê 20 salî, dayika xwe li pêş çavê xelkê gulebaran kir.

(L. Q) ji parêzgehên berava Sûriyê bû, temenê wê 40 salî bû û di rêveberiya potsê ya Reqayê de fermanber bû.

 

Wêneyê ku derbarê bûyerê de belav bûye