Piştî sal û nîvekê ji bin destê DAIŞê rizgar bû

Ciwanekî Kurd ê Êzdî piştî ku ji bin destê çekdarên DAIŞê rizgar bû, çend nehêniyên wê rêxistinê eşkere kirin.
kurdistan24.net

K24 – Dihok

Ciwanekî Kurd ê Êzdî piştî ku ji bin destê çekdarên DAIŞê rizgar bû, çend nehêniyên wê rêxistinê eşkere kirin.

Roja Pêncşembê (07.01.2016), Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn xortekî Kurd ê Êzdî ji bin destê DAIŞê rizgar bikin û bi malbata wî şad bikin. Wî xortê Kurd çendîn nehêniyên DAIŞê ji Kurdistan24ê re eşkere kirin.

Çekdarên DAIŞê roja 03.08.2014an qezaya Şingalê dagîr kirin û ji xeynî kuştina mirovan bi awayekî hovane zêdeyî 5 hezar keç û jinên Êzdî dîl girtin û heta niha jî çarenivîsa gelekan ji wan nediyar e. Herwiha bi hezaran xort, jin, zarok û pîr û kal derbiderî bajarên din ûn Kurdistanê bûn.