Nîqaşên li ser destûra nû ya Tirkiyê berdewam in

Serokê Meclîsa Tirkiyê İsmaîl Kahraman di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku wî ji her çar partiyên siyasî re ku di nava meclîsê de komên wan hene name rê kiriye.

K24 – Enqere

Xebatên derbarê destura nû ya Tirkiyê de ji bo guhertinê berdewam in. Serokê Meclîsê ji çar partiyên siyasî re yên ku di nava meclîsê de komên wan hene nameya werin em “Komisyona Lihevkirinê” pêk bînin şand. HDPê jî nêrîna xwe ya di çarçoveya “berî ku aştî pêk were destura nû saz nabe” parast.

Serokê Meclîsa Tirkiyê İsmaîl Kahraman di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku wî ji her çar partiyên siyasî re ku di nava meclîsê de komên wan hene name rê kiriye. Karaman da zanîn ku li ser destûra nû ê konsensûs pêk were û herwiha hêvî dike her partî sê endaman vexwîne. Di dawiya civîne de rojnamegeran helwêsta Selahattîn Demîrtaş ya li ser agahdarnekirna HDPê de ji bo destûra nû bi bîra Kahraman xist.

Îsmaîl Kahraman got: “Di Meclîse de 4 partiyên me hene. Hêvidar im ku serokê her çar partiyên siyasî jî wê tevlî vexwendina min bibin.” Daxuyaniya Kahraman, ji parlamentêrê HDP Osman Baydemîr ku di heman saetan de civîna çapemeniyê lidardixist hate pirsin.

Baydemîr diyar ku destûra nû fersendeke mezin e û pirsa Kurdî bi awayekî xwezayî jî pirseke bi destûrê ve girêdayî ye. Baydemîr ragihand ku di amadekirina destûra nû de şertek heye ku were bicihanîn: “Beriya her tiştî divê em şer bidin rawestandin da ku çareseriyeke bingehîn pêk were. Li ser zemineke bi vî awayî fêdeya çêkirina destûra nû nîne.”

Piştî daxuyaniya Kahraman nediyariya “ka gelo wê destûra nû bi çi awayî were amade kirin” berdewam e. Herwiha bersiva pirsa “Gelo wê HDP endaman bide ‘Komîsyona Lihevkirinê’ yan na jî ji ber ku ji aliyê Baydemîr ve nehate zelal kirin dide xuyakirin ku keşeya di amedekirina destûra nû de û nîqaşên kûr her berdewam bin.