Jeffrey Gordon: Divê Iraq û Sûriye bên parçekirin

Gordon, diyar kir ku Amerîkayê derfet daye Iraqê daku bibe welatekî demokratîk, lê Iraqê serkeftin bidest nexist û nikarî, loma jî dive were parçekirin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Rêveberê Cibicîkar li Peymangeha Parastina Amerîkayê Jeffrey D. Gordon ji Kurdistan24ê re got, artêşa Iraq îspat kir ku nikare bibe hêzêke xwedan şiyan û piştî 7 mehan ji nû karî Rûmadî kontrol bike.

Jeffrey Gordon behsa peywendiyên navbera Iraq û Îranê jî kir û da zanîn ku Bexda di nav destê tehranê de bûye wek bûka lastîkî. Gordon tekez kir ku dive Iraq bibe sê parçe, beşek Şîe, beşek Sune û beşek jî Kurd.

Gordon, diyar kir ku Amerîkayê derfet daye Iraqê daku bibe welatekî demokratîk, lê Iraqê serkeftin bidest nexist û nikarî, loma jî dive were parçekirin. Li gor Gordon, heman senaryo li Sûriyê jî dubare dibe û dive ew herdu welat bên parçekirin.