Malikî, daxwaza derxistina Kurdan ji Bexdayê dike

Parlamanterekî Dewleta Yasa ji parlamento û hikûmeta İraqê dixwaze ku kar ji bo hilweşandina pişka budceya Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha daxwaza derxistina Kurdan ji Bexda dike.

K24 – Bexda

Parlamanterekî Dewleta Yasa ji parlamento û hikûmeta İraqê dixwaze ku kar ji bo hilweşandina pişka  budceya Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha daxwaza derxistina Kurdan ji Bexda dike.

Di vê derbarê de Endamê Îtîlafa Dewleta Yasa li Parlamentoya İraqê Ebdulselam Malikî got: "Xuya ye piştî rûxana Sedam baweriya Herêma Kurdistanê bi İraqê nemaye. Loma çênabe rêkeftin li gel wan were kirin. Divê pişka budceya Herêma Kurdistanê ji sedî 17 were kêmkirin û hikûmeta nû ji İraqiyan were pêkanîn." Bêyî ku behsa Herêma Kurdistanê bike.

Li gor Malikî, gelê İraqê gelekî ji serkirdeyên Kurdan bêzar bûye û naxwazin Kurd tevlî hikûmet û Parlamentoya İraqê bibin û herwiha dixwazin Kurdan  ji nexşeya siyasî ya İraqê dûr bixin.

Malikî wiha dibêje: 'Barzanî niha behsa lapirsiya cûdabûnê ji İraqê dike,çend Kurd  zû ji me cûda bibin ew çend baştir e.'Malikî Serokê Herêma Kurdistanê bi dagirkirina beşek mezin ji xaka İraqê tometbar dike.   

Ji berê jî Malikî daxwaz kir bû pişka Herêma Kurdistanê li budceya giştiya İraqê bêt birîn û qûtê Herêma Kurditanê jî neyêt rêkirin.