Cenazeyên 50 Kurd radestî malbatên wan tê kirin

Biryar e cenazeyên 50 welatiyên Kurd ku daniştvanên bajarê Şirnexê bûn û di şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê de bûne qurbanî, îro radestî malbatên wan bên kirin.
kurdistan24.net

K24 – Şirnex

Biryar e cenazeyên 50 welatiyên Kurd ku daniştvanên bajarê Şirnexê bûn û di şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê de bûne qurbanî, îro radestî malbatên wan bên kirin.

Di vê derbarê de Peyamnêrê Kurdistan24ê li Şirnexê got: "Piştî şehîdbûna hejmarek welatî di şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê, biryar e îro cenazeyên 50 ji wan şehîdan ku ji bajarê Şirnex in radestî malbatên wan bên kirin."

Li gor kesûkar û xizmên wan kesên ku li Şirnexê şehîd bûne, hejmarek ji wan şehîdan di çend rojên borî de li navçeyên cuda yên Bakurê Kurdistanê hatine şehîdkirin lê heta niha radestî malbatên wan nehatine kirin.

Rayedarên Tirkiyê yên li navçeyê malbatên wan şehîdan agahdar kirine ku her kesek di hundirê sê rojan de cenazeyê kesûkarê xwe wernegire wê demê hikûmet dê li cihekî wan veşêre.

Derbarê rewşa niha ya devera Şirnexê de jî Peyamnêrê Kurdistan24ê tekez kirk u welatiyên Şirnexê di rewşeke xirab û metirsîdar de dijîn û rewşa aloz jî berdewam e.