Barzanî û şanda Hollandî li Hewlêrê civiyan
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Cîgirê Serokwezîr Lodwijik Asscher û Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Jeanine Hennis li Hewlêrê civiya.
Şandeke hikûmeta Holandayê ku ji Cîgirê Serokwezîr Lodwijik Asscher, Wezîra Berevaniyê Jeanine Hennis û Serokerkanê Hollandayê Tom Middendorp pêk dihat, li bajarê Hewlêrê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Cîgirê Serokwezîr Lodwijik Asscher û Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Jeanine Hennis li Hewlêrê civiya. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, mijara serekî ya civînê şerê terorê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê dibe di hemû waran de.
Doh êvarê şanda hikûmeta Holandayê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Lodwijik Asscher ligel Wezîra Berevaniyê Jeanine Hennis û Serokerkanê Hollandayê Tom Middendorp gehişte Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Kurd ve hat pêşwazîkirin.