Hikûmeta Kurdistan û Hollandayê di civînê de ne
K24 - Hewlêr
Civîna navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda hikûmeta Hollandayê dest pê kir.
Piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, şanda hikûmeta Hollandayê ligel şandeke bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya.
Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talabanî, Kerîm Şingalî, Aştî Hewramî, Elî Sindî û şanda hikûmeta Hollandayê jî ji Cîgirê Serokwezîr Lodwijik Asscher, Wezîra Berevaniyê Jeanine Hennis û Serokerkanê Hollandayê Tom Middendorp pêk tê.
Doh êvarê şanda hikûmeta Holandayê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Lodwijik Asscher ligel Wezîra Berevaniyê Jeanine Hennis û Serokerkanê Hollandayê Tom Middendorp gehişte Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Kurd ve hat pêşwazîkirin.