"Pêşmerge di şerê DAIŞê de rolekî bi bandor dibînin"

Civîna Şêwrê ya 2emîn a encûmena parêzgehên Nînewa, Selahedîn û Enbarê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dest pê kir.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Civîna Şêwrê ya 2emîn a encûmena parêzgehên Nînewa, Selahedîn û Enbarê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî di civînê de gotarek pêşkêş kir, bal kişand ser rewşa Iraqê û got: "Em sipasiya serkirde û gelê Kurdistanê dikin û em hêvîdar in aramî baskê xwe bi ser Herêma Kurdistanê de bikşîne."

Derbarê rizgarkirina çendîn navçe ji destê DAIŞê û rola Pêşmergeyên Kurdistanê de jî Cibûrî wiha axifî: "Di şerê dijî DAIŞê de Pêşmerge ligel hêzên Iraqê rolekî bi bandor dibînin, ji bo nehiştina DAIŞê pêdiviya me bi hevkariyan zêdetir e, herwiha destpêkirina proseya rizgarkirinê nêzîk bûye û xelkê Nînewa jî amade ne ku hevkariya hêzên me bikin."

Cibûrî da zanîn ku dixwazin di vê civînê de çareseriyekê ji pirsgirêkan re bibînin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Hemû cudahiyên di dema borî de bûne sedema şikestina me, niha dema wê hatiye em hemû nakokiyan deynin aliyekî, tişta niha pêdiviya me pê heye bo serkeftinê ew e ku hemû hoz û eşîrên çekdar din bin yek sîwaneyê de kom bibin, dive çek ji wan hemû hêzên li derveyê hêzên fermî yên Iraqê ne were wergirtin."

Selîm Cibûrî, daxwaz ji hemû fraksyonên siyasî kirk u zêdetir nêzîkî hev bibin û axaftina xwe wiha qedand: "Divê hemû hêzê projeyeke niştimanî dabirêjin daku em bikaribin ji vê rewşê derkevin. Ez venaşêrim ku piraniya Iraqiyan berpirsên Iraqê tohmetbar dikin, loma divê ev gumana ku li ba welatiyan çêbûye ji ser serkirde û berpirsan biçe û xizmeta zêdetir were kirin."