ESD, dixwaze beşdarî danûstandinan bibe

Encûmena Sûriyê ya Demokratîk di Kongreya bajarokê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat li darxistin û ji wan aliyan pêk tê ku bo Kongreya Riyadê nehatibûn vexwendin

K24 - Navenda Nûçeyan

Encûmena Sûriyê ya Demokratîk (ESD) daxwaz ji aliyên navdewletî kir ku kursiyekî wan jî di danûstindinên ligel rejîma Sûriyê de hebe.

Derbarê mijarê de Hevseserokê Encûmena Sûriyê ya Demokratîk Heysem Menah piştî civîna wan a li Cenevreyê, ragihand ku divê hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî proseya aştiyê ya wî welatî bibin.

Menah da zanîn ku ew amade ne beşdarî hemû danûstandinên bibin bi mercê di jêr çavdêriya Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî Steffan De Mistura de be. Herwiha tekez kir ku ew ne beşek in ji Desteya Riyadê ku ji çend aliyên opozîsyonê pêk tê.

Encûmena Sûriyê ya Demokratîk di Kongreya bajarokê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat li darxistin û ji wan aliyan pêk tê ku bo Kongreya Riyadê nehatibûn vexwendin.