Abbas Kiyarûstemî li Enqerê pêşangeh vekir

Li Enqerê pêşangeha derhênerê Îranî Abbas Kiyarûstemî ku ji wêneyên wî pêk tê hat vekirin. Pêşangehê ji aliyê hezkiriyên wî ve eleqeyeke mezin dît.

K24 - Enqere

Li Enqerê pêşangeha derhênerê Îranî Abbas Kiyarûstemî ku ji wêneyên wî pêk tê hat vekirin. Pêşangehê ji aliyê hezkiriyên wî ve eleqeyeke mezin dît û Kîarostamî ligel hezkiriyên xwe demeke xweş derbas kir.

Derhênerê filmên wek “Ba wê me bi xwe re bibin”, “Di bin darên zeytunan de”  û gelek fîlmên din ên bi navûdeng, Abbas Kiyarûstemî li Enqerê bû. Kiyarûstemî li bi pêşengeheke wêneyan gihişt hezkiriyên xwe.

Pêşengeh bi kurtefîlmekî Kîarostamî yê li ser “rê” destpê kir. Di vê derbarê de Abbas Kiyarûstemî got: “Ew kurtefîlma ku we temaşe kir bi ya min divê pirsên di serê we de hene zelal kiribin. Rê, li ba min her tim balkêş bûn û berf; piraniya wêneyan jî li ser vê têkiliyê ne, rê ne tenê ji cihekî bo cihekî sefereke, di edebiyata Îranê de jî gelek helbestvan li ser vê yekê rawestiyan e. Min di wêneyan de jî xwest vê nîşan bidim.”

Piştî dahûrandinê beşdar li pêşengehê geriyan û li wêneyên sînematogirafîk ên hunermend hûr bûn ku bo hûnermend her wêneyek xwedî çîrokeke balkêş e û havênê fîlmên xwe ji wan digire.

Her yek ji wan kesên di pêşengehê de beşdarbûn, di xwendina her wêneyekî de, kurteçîrokekê dibînin. Welatiya bi nave Birsen Kupelî li ser pêşangehê nerîna xwe wiha anî ziman: “Min bi vê pêşengehê, Kiyarûstemî naskir. Ya rast wêneyên gelekî bi bandor in. Piraniya wan li ser xwezayê ne, dema ez li wêneyan dinêrim hesteke nerm di nav dile min de rû dide, him jî wêne ewqasî serkeftî ne wekî ez li wir im.”

Welatiyeke din bi navê Tulay Akkaya wiha dibêje: “Ku mirov ji wêneyan  fahm bike divê mirov ji nêz ve lê biner in, di gelek wêneyan de wateyên veşartî hene. Ji hunermendekî wêneyan re dipirsin; gelo tu ewqasî geriyayî, li gorî te qada herî bibandor li ku bû? Dibêje çiyayên berfa wî destênedayî bûn, di wêneyên Kiyarûstemî de jî ew bêgunehî heye.”

Nefise Uyanık jî got: “Çiyayên Kurdistanê hatin bîra min, min got ew çiyayên me yên ewqasî xweşik çima di vê rewşê de ne, xwezî çiyayên Kurdistanê jî bi aramiyê derketibiya pêş, min ev his kir.”

Di pêşangehê de 43 wêne tên pêşandin û ji bilî wêneyan hinek kurtevîdyoyên hunermend jî dê werin pêşkêşkirin. Herwiha heta 10ê Nîsanê hunerhêz dikarin serdana pêşengeha li Cermoderna li Enqerê bikin.