Behjet Yehya video klîpek nû weşand

kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Hunermendê Kurd ê navdar, Behjet Yehya video klîpa strana xwe ya bi navê “Tu di dilê min de yî” weşand.

Li gor ku Behjet Yehya li ser malpera xwe ya taybet belav kiriye, ev yekemîn berhema wî ye di sala 2016an de.

Stran bi zaravê Soranî ye, bi navê “To Le Dilmayî” wate “Tu di dilê min de yî”, ku gotin û awaz yên Behjet Yehya ne, muzîk Aram Serdar û derhênana Şemdan Mihemed e.