Nasnameya hêzên beşdar di “operasyona Mûsilê” de aşkere bû

Fermandeyê Odeya Operasyonên Neynewayê diyar dike ku, 5 hezar çekdarên DAIŞê li Mûsilê ne.

K24- Navena Nûçeyan

Odeya Operasyonên Neynewayê ragihand ku, dê Pêşmerge beşdar operasyona azadkirina Mûsilê bibin û tê hêzên biyanî jî beşdar nabin.

Fermandeyê Odeya Operasyonên Neynewayê, Necim Cibûrî ji ajansa Anadolê re diyar kir ku, li gor texmînan, 5 hezar çekdarên DAIŞê di nava Mûsilê de hene.

Cibûrî diyar kir jî ku, dê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Sine ligel artêşa Iraqê beşdarî operasyona azadkirina Mûsilê bibin.

Li gor daxuyaniya Cibûrî, dê tu hêzên bejayî yên biyanî beşdarî operasyonê nebin.

Fermandeyê Odeya Operasyonên Neynewayê aşkere kir jî ku, pisporên Amerîkî, Australî û Fransaî hêzên ku dê şerê Mûsilê birêve bibin, perwerde kirine.

Derbarê beşdarîkirina çekdarên Heşda Şeibî, Cibûrî diyar kir ku, biryar di destê Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî de ye.