Greva malbatên cangoriyan berdewam e

Ev bû 10 roj ku malbatên cangoriyan di greva biçîbûnê de ne, roj bi roj hejmara malbatan zêde dibe.

K24- Diyarbekir

 Li Bakûrê Kurdistanê cihê ku qedexe lê didomin bi dehan cenaze li nav kolanan yan jî di mal û morgan de ne û destûr nayê dayîn ku bên defin kirin. 4 Malbatan ji ber ku cenazeyên zarokên xwe ji navçeya Sûr a Diyarbekirê bistînin dest bi greva birçîbûnê kirine û kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin.

Ji ber şer û pevçunên ku bi mehane li navçeyên Bakurê Kurdîstanê didome. Bi dehan kesan canê xwe ji dest dane û destura cenazeyan ji bo bi ax spartinê nayê dayin. 

Ji bo nedana destûrê bi cenazeyan, malbatên Îsa Oran, Mesûd Sevîktek û Ramazan Ögün deh roj in li Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Diyarbekirê di greva birçîbûnê de ne. Roj bi roj hejmara malbatên ku dest bi greva birçîbûnê dikin zêdetir dibin.  

Mustafa Çukur jî ji bo keça  xwe Rozerîn Çukura ku 4 roj berê li Sûrê canê xwe ji dest daye û cenazeyên wê jî li kolanan hatiye sekinandin dest bi greva birçîbûnê kire. 

Mustafa Çukur ji K24 re got: “Keça min 17 salîbû nexweşiya wê ya dil hebû, dema ku li Sûrê ji bo rojekê qedexe hate rakirin me bihîst ku ew çûye Sûrê cem hevala xwe, me xwest em herin wê jî Surê derxin lê qedexe kirina derketina derve cardin destpêkirê û careke din me tu agahî derheq wê nestendin.”

Çukur diyar kir ku, wî nûçeya can ji dest dana keça xwe di medyaya civakî de dîtie û tekez kir ku, heta standina cenazeya keça xwe, ew dê greva xwe berdewam bikin.