YPGê “belgeyên çûn û hatina DAIŞê bo Tirkiyê” aşkere kirin
K24- Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) belgeyên li ser “tevgera çûn û hatinê ya DAIŞê” di navbera Sûriye û Tirkiyê de heta Hezîrana borî aşkere kirin.
Rojnameya Guardian a Brîtanî di raporekê de, li gor belgeyên YPG, diyar dike ku, çekdarên DAIŞê bi navê penaberan ji Sûriyê derbasî Tirkiye dibûn û ji wî welatî car din vedigeriyan Sûriyê, bêyî ku tu astengî li ser sînor ji wan re derkeve.
YPGê di Hezîrana sala borî de, bajarê Girê Spî kontrol kir û gelek belgeyên DAIŞê ku li ser “Ofîsa Koçbera ya DAIŞê” nivîsandî, navê milîtanên ku di sînor de derbasbibûn, hejmara nasnameyên wan û agahiyên taybet ên li ser nivîsandî bi dest xistibûn.
Li gor wan belgeyan, ku YPGê radestî ojnameya Guardiana Brîtanî kiriye, DAIŞê bi dehên otobusan di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de çekdarên xwe veguhestine.
Li gor belgeyên di destê Guardianê de, navê 7 pitik, 14 zarok, 7 ciwan û 42 mirovên mezin jî hene.
Herwiha li gorî heman belgeyan, hatin û çûna çekdaran bêtir di nava bajarê Reqqaya Sûrî û bajarê Mûsilê yê Iraqê de hatiye kirin.