Piştî du salan Emîr Hamid hê jî girtî ye

Emîr Hamid yek ji damezrênerê Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (Soz) bû û du sal dibe ji aliyê PYDê ve hatiye girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (Soz) PYDê bi binçavkirina endamê xwe Emîr Hamid, tohmetbar dike ku du sal di ser girtina wî re derbas bûne

Desteya Serkirdayetiya Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (Soz), bi helkefta derbasbûna du salan di ser girtina Emîr Hamid re daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Em binçavkirina endamê rêxistina xwe ji aliyê PYDê ve şermezar dikin û daxwaza berdana wî dikin, ku du sal e binçavkirî ye û çarenivîsa wî jî ne diyar e."

Rêxistinê daxwaz ji malbatên şehîdan ên nav Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku zextê li berpirsên wê partiyê bikin,  daku çarenivîsa çalakvan Emîr Hamid were aşkere kirin.

Emîr Hamid yek ji damezrênerê Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (Soz) bû û du sal dibe ji aliyê PYDê ve hatiye girtin.