Rûsya amade ye mafê penaberiyê bide Esed

Welatên Rojava di nav de jî Amerîka, Tirkiye û Erebistana Siûdiyê daxwaz dikin ku Beşar Esed dest ji serokatiya Sûriyê berde û ti roleke wî di qonaxa hikûmeta veguhêz de nebe. Lê Rûsya û Îran piştîvaniya Esed dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsya Vladimir Putin ragihand ku welatê wî dikare mafê penaberiyê bide Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed.

Derbarê mijarê de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji rojnameya Bîl a Elmanî re got: "Bo Rûsyayê xwedîkirina Serokê Sûriyê Esed asan e, ji ber ji xwedîkirina Îdward Esnodin ne zehmetir e ku berî niha me ew hewand. Lê niha zûye em biryara vê yekê bidin."