Akademîsyenên Tirkiyê banga rawestandina şer dikin

Hezar û 58 akademîsyenên Kurd û Tirk, daxwaz ji hikûmeta AKPê kirin ku ji bo dawîanîna şer rêya diyalogê hilbijêre.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Hezar û 58 akademîsyenên nav Tirkiyê ji bo rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê ku bûye sedam bi sedan kes bibin qurbanî û bi hezaran jî koçber û derbider bûne, civiyan. Akademîsyenên Kurd û Tirk, daxwaz ji hikûmeta AKPê kirin ku ji bo dawîanîna şer rêya diyalogê hilbijêre.

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl û artêş û polîsên Tirk de zêdeyî şeş meh dibe berdewam e û vêna jî wiha kir ku li nav Tirkiyê nerazîbûn zêde bibin. 1058 akademîsyenên nav Tirkiyê jî bang li hikûmeta AKPê kirin ku şer rawestîne.

Li gor akademîsyenan, ne doh û ne îro û ne sibe jî şer û pevçûn nabin çareserî ku niha di navbera dewleta Tirk û PKKê de heye. Li gor Koray Çalişkan ser bi CHPê, li Tirkiyê pirsa Kurd bi şer nayê çareser kirin, tenê bi gotûbêj û diyalogê çareser dibe.

Berevajiya nerîna akademîsyenan, hikûmeta Tirkiyê bi awayekî din tevdigere. Piştî daxwiyaniya Serokwezîrê Tirkiyê ku gotibû, heta hemû çekdar ji Bakurê Kurdistanê neyên derxistin dê şer berdewam be, hêviyên aştiyê jî şikestin û rojane welatiyên sivîl dibin qurbanî.