NY: 400 welatiyên Madaya li ber mirinê ne

Piştî dorpêçkirina 7 mehan ji aliyê rejîma Sûriyê ve duh, alîkariyên mirovî bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor a Navdewletî derbasî bajarokê Madaya bûn.

K24-navenda Nûçeyan

Encûmena Asayîşa Navdewletî ragihand ku zêdeyî 400 kesan, li bajarokê Madaya li ber mirinê ne û pêwîstiya  wan bi dermankirinê heye.

Nûnera Amerîkayê li Encûmena Neteweyên Yekbûyî (NY) Samantha Power, piştî civîna Encûmena Neteweyên Yekbûyî derbarê bajarokê dorpêçkirî de got: "Rejîma  Sûriyê taktîkên hovane de heqê gelê xwe de bikartîne. Yan divê ew ji nêza bimirin yan jî xwe radestî rejîmê bikin. Ev yek jî nayê qebûl kirin."

Power da zanîn ku zêdeyî 400 welatiyên bajarokê Madaya li ber mirinê ne û pêwîstiya wan bi dermankirinê heye. Ji aliyê xwe ve Nûnerê rejîma Sûriyê li Encûmena Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî red kir ku li bajarokê Madaya welatî ji nêza miribin.

Piştî dorpêçkirina 7 mehan ji aliyê rejîma Sûriyê ve duh, alîkariyên mirovî bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor a Navdewletî derbasî bajarokê Madaya bûn.