Davudoglu: Sedema terora li Tirkiyê valahiya ewlekarî ya li Sûriyê ye

Serokwezîrê Tirkiyê ragihand ku ew kesê li qada Sûltan Ahmed a Stembolê êrîşa xwekujî pêk aniye, endamê DAIŞ'ê ye û got: ''Ji bo jinavbirina DAIŞ'ê wê Tirkiye zêdetir hevkariyê ligel Hevpeymaniya Navdewletî bike û ji bo çareseriyek mayînde li Sûriyê kar bike.''

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê ragihand ku ew kesê li qada Sûltan Ahmed a Stembolê êrîşa xwekujî pêk aniye, endamê DAIŞ'ê ye û got: ''Ji bo jinavbirina DAIŞ'ê wê Tirkiye zêdetir hevkariyê ligel Hevpeymaniya Navdewletî bike û ji bo çareseriyek mayînde li Sûriyê kar bike.''

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu îro piştî êrîşa xwekujî ya li Sûltan Ahmed a Stembolê di civîna nûnerên saziyê Elewiyan de got: “Weke li hember hemû rêxistinên terorîstî, emê li hember terorîstên DAIŞ'ê jî bi biryardarî têbikûşin. Ew kesên ku van êrîşan dikin wê bigehin cezayên xwe. Ez carek din bang li hemû cîhanê dikim. Çawa ku di êrîşa Parîsê de me mil da milê hev, li hember êrîşên li Enqere û Stenbolê jî em mil bidin milên hev. Li hember terorîzma navneteweyî em bi hev re tekoşînê bikin. Wê Tirkiye jî bi biryar di nava hemû pêngavan de cîh bigre.”

Davutoglu got jî: “Dîsa ez bang li raya giştî ya navdewletî dikim. Sedema giring a derketina terorê, valahiya ewlekarî ya li Sûriyê ye. Herî zêde jî Tirkiye ji vê rewşê karîger dibe. Heta ku gefa DAIŞ'ê ya li ser sînorên me û nav Tirkiyê rabe, herwiha heta ku gefa DAIŞ'ê li ser tevahiya cîhanê rabe, wê Tirkiye him hemahengiyê li gel Hevpeymaniya Navdewletî bike û him jî wê bi tevahî hêz û şiyana xwe li dijî DAIŞ'ê têbikûşe.”

Îro derdora demjimêr 10.20 deqeyan teqînek çêbû û heta niha sedema wê nehatiye zanîn. Walîtiya Stenbolê ragihand ku di teqîna Sultanahmet de 10 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne.