HRW: Mercên nişteciyê metirsî ye li ser jiyana penaberan

Li gor amarên UNHCR hejmara penaberên Sûriyê li Lubnan, giheştiye yek milyon û 500 hezar penaber, li gor agahiyên welatiyên Sûriyê rewşa wan li kamp û bajarên Lubnanê jî pir xerabe

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina Human Rights Watch ya mafên Mirovan (HRW) ragehand ku mecên niştecbûna penaberên Sûriyê li Lubnanê di metirsî de ye.

Rêxistina mafên Mirovan Human Rights Watch(HRW) raporek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Penaberên Sûriyê ji xirabiya rewşa ewlehiya welatê xwe û zordariyê revîne. Hikûmeta Lubnanê şertûmercên nûkirina nişteciyê zehmet kirine, ev yeke jî metrisiyeke li ser jiyana penaberan."

Raporê da zanîn ku yasayên ku ji Hikûmeta Lubnanê hatine derkirin du rêyan li pêşiya penaberan vedike, yan vegerin welatê xwe yan jî li gor yasa û mercên wan bijîn.

Li gor amarên UNHCR hejmara penaberên Sûriyê li Lubnan, giheştiye yek milyon û 500 hezar penaber, li gor agahiyên welatiyên Sûriyê rewşa wan li kamp û bajarên Lubnanê jî pir xerabe.