Brîtanya: Divê Kurd beşdarî konferansên navdewletî bibin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokwezîrê Brîtanya kir.

K24- Hewlêr

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî tekez kir ku, divê pêwîstiyên hêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin werin peyda kirin, Nûnerê Taybet ê Serokwezîrê Brîtanya jî tekez dike ku, divê Kurd di hemû konferansên navdewletî yên li ser şerê li dijî DAIŞê de beşdar bin.

Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê belav kiriye ku, îro Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokwezîrê Brîtanya bo Karûbarê Asayişê û şanda ligel kir, di hevdîtinê de Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, pirsgirêka Iraqê ne tenê şerê li dijî DAIŞê ye, lêbelê pirsgirêkên Iraqê pirsgirêkên dîrokî ne û divê ji kokê ve werin çareser kirin.

Barzanî ronî da ser rewşa eniyên şerê li dijî DAIŞê û ragihand ku, girîng e planek cîhanî ji bo jinavbirina DAIŞê hebe di wê pilanê de tiştekî normal e ku divê pêwîstiyên hêzên li ser zemînê şerê li dijî DAIŞê dikin, werin peyda kirin.

Barzanî herwiha amaje bi qehremanî û qurbaniyên Pêşmerge kir, herwiha hebûna hejmarek mezin ji penaberan ligel krîza darayî nîgeranî bixwere aniye.

Ji aliyê xwe, Nûnerê Taybet ê Serokwezîrê Brîtanya, qurbanî, qehremanî û serkeftinên Hêzên Pêşmerge bilind nirxand û amaje bi rola Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir di şerê li dijî DAIŞê de û got: “Heger Hêzên Kurdî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî neba, wê rewş gelekî xirabtir ba, ji ber hêzên Kurdî û bi taybet Hêzên Pêşmerge xwedî rolek mezinin di şikandina DAIŞê de.”

Navborî tekez kir ku divê Kurd wek endamekî xwedî bandor di hemû konfrasên cîhanî derbarê şerê li dijî DAIŞê de. Ji ber bi beşdarbûna Kurdan ew konferans bandora wan bêhtir dibe.