Amerîka bo şerê DAIŞê hêzeke taybet şand Iraqê

Hêzeke nû ya leşkerî ya Amerîkayê bi armanca operasyonên li dijî DAIŞê gehişte Iraqê û hat ragihandin ku dê hevahengiyê ligel artêşa Iraqê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzeke nû ya leşkerî ya Amerîkayê bi armanca operasyonên li dijî DAIŞê gehişte Iraqê û hat ragihandin ku dê hevahengiyê ligel artêşa Iraqê bike.

Di vê derbarê de Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter da zanîn hêzeke taybet û nû ya artêşa Amerîkayê gehiştiye Iraqê û armanc jî êrîşkirina ser pêgehên DAIŞê ye bi awayekî bilez.

Ashton Carter diyar kir ku ew hêza han ji 200 leşkeran pêk tê û dibe zexteke nû li ser îekdarên DAIŞê yên li Iraqê.

Serokê Amerîkayê Barack Obama jî berî niha daxwaz ji Kongresê kiribû ku destûrê bide bikaranîna hêza bejayî li dijî çekdarên DAIŞê yên li Iraqê.