Roviyek ket dafikê lê karî xwe rizgar bike

Rovî bi fêlbaziyên xwe tên naskirin. Careke din nîşan da ku ev nav ne vala li wan hatiye kirin. Li Sîbîryayê roviyek dikeve dafika nêçîrvanan, lê bi fêlbazî xwe rizgar dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Rovî bi fêlbaziyên xwe tên naskirin. Careke din nîşan da ku ev nav ne vala li wan hatiye kirin. Li Sîbîryayê roviyek dikeve dafika nêçîrvanan, lê bi fêlbazî xwe rizgar dike.

Li hemû welatên cîhanê rovî bi fêlbaziya xwe tên naskirin. Gelek çîrok û meselokên Kurdan jî derbarê fêlbaziya roviyan de hene. Fêlbaziya wan dîtina xwarin û xwe ji mirinê parastin e.

Ma qey hun dibêjin hêsan e, li ser piyan mayîn,  di cîhana gur û şêr û mirovan de. Çend metre binê berfê çawa mişkan dibîne û nêçîrê dike. Li vê derê çav, difn û mêjî bûne yek û bi hezêke mezin xwe li berfê dide. Yan ev nêçîr an mirin. Em dibînin rovî çawa li ser piyan dimîne.

Li Sibîryayê roviyekê dikeve dafika nêçîrvanan. Rovî dibîne ku nafelite xwe wek mirî nîşan dide. Dema nêçîrvan tê ji benê dafikê derdixe û davêje nav sindoqê, rovî ji nav sindoqê derdikeve û ber bi azadiyê direve.

Li wê derê tevli hevalên xwe dibe û wek ku henekê xwe bi nêçîrvanan bike li pêş çavên nêçîrvanan bi hevalên xwe re dilîze.