Rêberê Qaide nameyekê ji Siûdiyan re dişîne

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêberê rêxistina Qaidê ji xelkê Erebistana Siudiyê dixwaze ku êrîşan li dijî welatê xwe û hevalbendên wê pêk bînin, wek karvedanekê li ser bidarevekirina 43 endamên wê rêxistinê li Siudiyê.
Rêberê Qaidê, Eymen el-Zewahirî di peyamekê de ji xelkê Erebistana Siudiyê daxwaz kir, ku li dijî malabata “Al Siûd” bi tevahî rabin û êrîşan li her derekê li dijî Siûdiyê û hevalbendên wê pêk bînin.
Zewahirî di tomara xwe ya dengî de got jî: “Êdî dem hatiye ku ji rêjîma malbata Siûd xilas bibin, ev rêjîm jî berevaniya we li beramberî metirsiya Sefewî û Amerîkî jî nake.”
Di 2 vê mehê de, Erebistana Siudiyê 47 kes bi tuhmetên “terorê û têkbirina ewlehiya Siudiyê” bi dar ve kir, di nav wan de 43 kes endamên Qaidê bûn.