Bo daxuyaniyên Sedat Peker bang li dozgeran hat kirin

Sedat Peker ku di raya giştî de ku wek serokê mafyayê tê naskirin bi gotinên wek "Ez ê xwe bi xwîna we bişom" gef li wan akademisyenan xwar ku daxwaza aştiyê kirin.

K24 - Enqere

Sedat Peker ku di raya giştî de ku wek serokê mafyayê tê naskirin bi gotinên wek  "Ez ê xwe bi xwîna we bişom" gef li wan akademisyenan xwar ku daxwaza aştiyê kirin. Daxuyaniyên Peker bûn cihê niqaşên tund. Opozîsyonê hikûmet bi piştgirîkirina Sedat Peker sûcdar kir û bangî dozkeran kir ku lêpirsînê bide destpêkirin.

Dengvedana danezana akademisyenan a bo rawestina şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê berdewam e. Li aliyekê li dijî wan akademisyenan lêpirsîn têne destpêkirin û li aliyê din ew bi dijûn û gefan rûbirû dimînin. Herî dawî Sedat Pekerê xwe wekî serokê mafyayê dide nasîn jî gef li akademîsyenan xwar. Ev yek li parlamentoyê bû sedema nerazîbûnê û hat îdiakirin ku hikûmet rê li ber wê yekê vedike ku gef li akademisyenên aştixwaz were xwarin. Herwiha li dijî dozgeran jî nerazîbûn hate nişandan ku derbarê gefxwarina dijî akademisyenan bêdeng dimînin.

Di vê derbarê de Parlamentera HDPê yê Stenbolê Filiz Kerestecioglu got: “Gelo dozger bêyî ku fermanê werbigirin, tevdiger in an an? Em vê meraq dikin. Ev çend meh in li dijî wan kesên ku tenê fikrên xwe diyar dikin, banga lêpirsînê tê kirin. Lê li dijî kesekî ku raste rast gefan dixwe, tu lêpirsîn nayê destpêkirin.“

Parlamenterê CHPê yê Balikesîrê Mehmet Tum jî hikûmet rexne kir ku piştgiriya çeteyan dike û bal kişand ser wê yekê ku Sedat Peker beriya niha bo AKPê mitîng lidarxistiye û ev yek jî têkiliyên hikûmetê yên bi çeteyan re derdixe ber çavan.

Mehmet Tum wiha axifî: “Welat bû wek gola xwînê. Êdî serokên çeteyan ên kujer, bi rehetî xezeba xwe tînin ziman. Vê yekê jî dijî wan kesên aştîxwaz dikin. Çawa destûra vê yekê didin. Bi gefxwarinê çawa aştiya vî welatî wê saz bibe. Her kes bi gefxwarinê rûbirû ne.”

Nûnerên partiyên siyasî dan xuyakirin ku eger dozgerên komarê derbarê Sedat Peker de lêpirsînê nedin destpêkirin dê parêzerên xwe bixin tevgerê.

Parlamenterê CHPê yê Balikesîrê Mehmet Tum