Li Îranê 4 kesên din hatin darvekirin

Li Girtîgeha Navendî ya bajarê Kerec ê Îranê çar girtî bi tohmeta bazirganî û bikaranîna madeyên hoşber hatin darvekirin.

K24 – Tehran

Li Girtîgeha Navendî ya bajarê Kerec ê Îranê çar girtî bi tohmeta bazirganî û bikaranîna madeyên hoşber hatin darvekirin.

Li gor malpera HRANA ya ser bi çalakvanên mafê mirov ên Îranê, her çar girtî roja 13ê Çileya 2016an li Girtîxaneya Navendî ya bajarê Kerec hatine darvekirin.

Li Îranê darvekirina mirovan bi tohmeta bazirganî û bikaranîna madeyên hoşber berdewam e. Çend meh berî niha Komisyona Dadwerî ya Encûmena Şûraya Îslamî projeyek bo hilweşandina sizayê darvekirinê li ser vê dosyayê pêşkêşî serokatiya encûmena navbirî kiribû.

Rêveberê Polîsên Rûbirûbûna Madeyên Hoşber Elî Mueyedî derheqa wê projeyê de gotibû: "Pêşniyarkirina projeya hilweşandina sizayê darvekirinê, bi taybetî di vê dema hilbijartinan de, tu bingehekî wê yê akademîk nîne."

Li gor çalakvanên mafê mirov, Komara Îslamî ya Îranê gelek caran girtiyîn siyasî jî bo tohmeta madeyên hoşber darvedike daku nebe sedema nerazîbûna raya giştî ya navdewletî. Ji aliyekî din ve piştî Çînê, Îran duyem welat e ku hejmara darvekirinan lê gelekî zêde ye.