DAIŞ, welatiyên Kurd wek mertalên mirovî bikar tîne

DAIŞ, li gundê Qibêsînê yê ser bi bajarokê Babê, xortên Kurd digire û wek mertalên mirovî bikar tîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞ, li gundê Qibêsînê yê ser bi bajarokê Babê, xortên Kurd digire û wek mertalên mirovî bikar tîne.

Li gor çalakvanên bajarokê Babê ku dikeve bakurê rojhilatê Helebê, çekdarên DAIŞê li gundê Qibêsînê yê ser bi bajarokê Babê, xortên Kurd bi tohmeta ku endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) in direvîne û wek mertalên mirovî di şer de bikar tîne.

Ji destpêka sala 2014an ve rêxistina DAIŞê bajarokê Babê yê li rojhilatê Helebê kontrol dike, welatiyên Kurd ên wê derverê jî herdem rûbirûyê revandin û binçavkirinê dibin.

Berî niha jî çekdarên DAIŞê li Babê û gelek cihên din bi taybetî zarok di şer û pevçûnan de wek mertal bikar anîbûn.