Li Sêrtê 2 kes hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn berdewam in. Li bajarê Sêrtê 2 kes hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

K24 – Sêrt

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn berdewam in. Li bajarê Sêrtê 2 kes hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

Îro danê sibehê seet 06:30an li bajarê Sêrtê Taxên Kazim Karbekir û Înonûyê polîs û tîmên taybet bi otomobîlên zirxpoş bi ser malekê de girtin. Hat îdîakirin ku ew der mala rêxistinê ya PKKê ye û dema polîs bi ser malê de digirin şer derdikeve.

Hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnan de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 2 polîs jî birîndar bûne û polîsên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hatine vegûhestin. Tê iddiakirin ku yên hatine kuştin endamên PKKê ne lêbelê heta niha ji aliyê PKKê ve derbarê bûyerê de ti daxwiyanî nehatine belavkirin.

Li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKK û hêzên ewlekariya Tirk de şer berdewam e û heta niha bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanê vî şerî.

Ligel ku gelek saziyên civaka sivîl, akademîsyen, sînemakar û hunermend daxwaza aştiyê dikin lê derheqa wan kesan de jî doz tên vekirin û ji karên xwe tên dûrxistin.