Îran sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê têlbend dike

Pasdarên Îranê burcên çavdêriyê jî li ser sînor ava kirine.

K24- Navenda Nûçeyan

Pasdarên Îranê sînorê Rojhilat ligel Başûrê Kurdistanê têlbend dikin û burcûn çavdêriyê ava dikin.

Li gor agahiyên ku hatine bidest xistin, Pasdarên Îranê 34 kîlo metir ji sînorê parêzgeha Kurdistanê ya Rojhilat ligel Başûrê Kurdistanê têlbend dikin.

Ajansa Kurdpa ya taybet bi nûçe û bûyerên Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye ku, Pasdarên Îranê bi hênceta “rêgirtin li karê qaçaxiyê û baştirkirina jiyana kesên li ser sînorê dijîn” wî karî dikin.

Li gor ku ajansa ÎSNA ya Îranî derbarê wê pirsê de li ser zarê çavkaniyên berpirs belav kiriye ku “tevî arîşeyên ku heyîn, îdareya sînorparêziyê di vî warî de serkeftî bûye.”

Ev pêngav jî di çarçoveya têlbendkirin û danîna burcên çavdêriyê ji aliyê Pasdarên Îranê ve tê, li ser dirêjahiya sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.