Şer û pevçûnan derbek li bazarên Diyarbekirê jî da

Ji ber şer û pevçûnan rewşa aboriya Bakurê Kurdistanê jî her ku diçe xirabtir dibe. Alozya li Diyarbekirê berdewam e û li ser bazarê jî bandoreke neyînî peydakiriye.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Ji ber şer û pevçûnan rewşa aboriya Bakurê Kurdistanê jî her ku diçe xirabtir dibe. Alozya li  Diyarbekirê berdewam e û li ser bazarê jî bandoreke neyînî peydakiriye. Bazarger ji ber kêmbûna danûstandinê, welatî jî ji ber bihabûna xwarin û cilan gazinan dikin.     

Mihemed Eyûp Kaşan ê 17 salî bi salan e ku li bazarên Diyarbekirê bi vê bangê cilan difiroşe. Perwerde neditiye, bi kirîn û firotina cilan debarê malbata xwe dike.

Mihemed dibêje, ji ber aloziyên li bajêr bi mehan e ku kar weke berê nayê kirin, lê ti rêyeke din ya debarê nîn e: "Perçe pir biha bûne xelk nikare bistîne. Ji xwe xelk pereyan xerc nake, ji ber şer welatî pir nayên bazarê. Zivistan jî hat kar baş bû. Îro ez perça didim 3,5 lîre havînî min difirote 1 lîre ji sedî 100 her tişt biha bû ye."

Di bazarê de hin zarok bi erebokên destan tiştên ko xelk dikirin heta ber deriyê malên wan dibin û 3 lîre an jî dolarekî distînin. Lê xelk weke berê tiştan nakirin; yên dikirin jî hindikê dikirin û bi destên xwe dibin.

Xelk ji bihabûnê gazinan dikin lê derdê Siltan Xanimê qedexe, pevçûn û kuştina mirovan e: "Bila mirov nemirin, zarok, kal, ciwan nemirin, sîvîl nemirin bila bihayî çêbibê. Em aşitîyê dixwazin em tişkî din naxwazin. Heta ku ji dest wan tê bila biha bikin lê bila aşitiyê jî çekin."

Bazarên Diyarbekirê ji mirovan tijî ne, lê herkes ne kiryar e. Ji ber ku navenda bazirganiya bajêr, navçeya Sûrê bûye qada şer û pevçûnan bi hezaran kesên betal li nava bazarê belav bûne.

Emrullah Alp jî bi firotina hinaran ve mijûl e. Emrullah dibêje, wî ewil mehane tonek lê niha 400 kîlo hinar difiroşe: "Şer û pevçun bisekiniya, pêvajoya aşitiyê çêbûba ew ê danûstendin çêbûba dê kar vebûya. Ji ber sekinandina pêvajoyê kar tune ye."

Li gorî ragihandina nûnerên esnafan di 2 mehên dawî de li Diyarbekirê Hezar kesan derî li dikanên xwe girtin, zêdetirî 3 hezar kes jî betal man. Her ko diçe krîza aborî li bakur zêde dibe. Bazarger û xelk ji vê rewşê nerazîne û çavên wan li rawestandina şer e.