Neteweyên Yekbûyî ambargoya ser Îranê radike

Îran û welatên pênc zêde yek (5+1) li ser bernameya atomî lihev kirin û ambargoya ser Îranê bi awayekî fermî hat rakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îranê û welatên pênc zêde yek (5+1) li ser bernameya atomî lihev kirin û ambargoya ser Îranê bi awayekî fermî hat rakirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û hevkarê wî yê Îranî Muhammed Cewad Zarîf li Viyaneya paytexta Avusturyayê civiyan.

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî, lixwegirtinên Îranê yên derbarê enerjiya atomî de nirxand û piştre daxuyaniyek hevbeş dan.

Nûnera Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini li ser navê 5 endamên timî yên Netewên Yekbûyî (NY) ligel Elmanya (5+1) û Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf li ser navê welatê xwe daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêkanînên li ser Îranê dê werin rakirin. Di çarçoveya peymanê de wê Tehran bernameya atomî di asteke girîng de kêm bike. Piştî ku pêkanînên ser Îranê rabûn bi wî awayî deriyê bazara navnetewî ji bo bazairganiya Îranê careke din tê vekirin.